Home 🎬 Bollywood 🎵 Pakistani 🎤 English Pop

Kengi

👤 Weran 🎼 Evaret Tiji Darvan ⏱️ 4:04
🎵 983 characters
⏱️ 4:04 duration
🆔 ID: 14728744

📜 Lyrics

Ka dê disan kengî
Xew hête çavêt min
De bînim
Wê dîlbera naza şirîn?
Bi kirî û bêdengî
Despêken xewnêt min
Li va şewêt
Zivistanî u diltezîn?

Ka dê disan kengî
Hête ser lêvêt min
Ew kenî ew girnijîn?
Da bes bît diltengî
Bi hejmêrît xemêt min
Ew perî, ew xemrevîn

Min divêt bi keme hewar
Bêjim min divêt ew
Bê wê salekim bê Bûhar
Nêçirvanekim bê kew

Min divêt bi keme gazî
Bê wê perekim bê hêl
Deryayekim ya bê masî
Ya bê derav û gemî û pêl

Ka dê disan kengî
Xew hête çavêt min
De bînim
Wê dîlbera naza şirîn?
Bi kirî û bêdengî
Despêken xewnêt min
Li va şewêt
Zivistanî u diltezîn?

Ka dê disan kengî
Hête ser lêvêt min
Ew kenî ew girnijîn?
Da bes bît diltengî
Bi hejmêrît xemêt min
Ew perî, ew xemrevîn

Min divêt bêjim yarê
Hindî heme yê teme
Bê te êvara buharê
Xezane, derd û xeme

Min divêt bêjim canê
Ji keniya te qerîbim
Kengî digel dengê baranê
Dê kezya te vehînim?

⭐ Rate These Lyrics

Average: 0.0/5 • 0 ratings