Home 🎬 Bollywood 🎵 Pakistani 🎤 English Pop

Yade

👤 Serhado 🎼 Xewna Jiyan ⏱️ 3:55
🎵 2520 characters
⏱️ 3:55 duration
🆔 ID: 27077166

📜 Lyrics

Yadê min qet şanî nekir
Lê min derdê te fehm kir
Min ev stran ji te re çêkir

Tu hevdeh salî bûy wexta ji welatê xwe çûyî
Hati Ewropa sih û çar salên te li van deran dibûrî
Tu ji bira'y xwe, ji diya xwe, ji welatê xwe dûr î
Te xwe fêr kir li dibistana jiyanê fêr bûyî
Bi fikrê insanên dora xwe dîtinê te çêbûn
Deriyê dinyayê û rêya baş bi destên te vebûn
Li dibistana zarokan şixûlî sal derbas bûn
Dil şikest wexta apê te û bavê te ji dinyayê çûn
Tu berketî, reng guherî wekî xwe jî nemayî
Kulên te kur bûn ne bi tenê dil û can tu êşayî
Nexweşî belav bû laşê te hemûyî tu şikayî
Ji bo her sê zarokên xwe dîsa hildayî

Yadê yadê yadê wek kulîlkê rabe
Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe
Negrî negrî yadê wek kulîlkê rabe
Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe

Tu dayika min ya delal e ji kurê dayika xwe me
Dibêjin ez li te hatime dibêjin ez jî wekî te me
Û ji bo em wekî hev in şerê me ji belî ne
Nefsa me ne mezin e ê nefret dile me de nîne
Bêhna te teng e ez jî barê milên te giran dikim
Tu her roj ji min re dibêjî lê dîsa bi ya te nakim
Hindik mabû ez bikevim rêyekî xirab
Wexta min xirabî kir ruyê te hat ber çav
Yadê ez dizanim te bi vî awayî mezin nekir
Tu sekinî bû ji me re te em bi terbiye gîhandin vir
Te jiyana xwe dayî me nabe te tenê spas bikim
Dilê te nahêlim ez ê te serbilind bikim

Yadê yadê yadê wek kulîlkê rabe
Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe
Negrî negrî yadê wek kulîlkê rabe
Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe

Yadê wa yadê tu yî agirê jiyanê
Yeke wekî te yadê tune ye li dinyayê
Tu nerûnişt, li malê, li derve tu bi xwe rabûyi
Tu kurd î, tu jin î û tu hê jî serxwebûn î
Tu gelek caran ketî lê serê xwe dîsa rakir
Te em perwerde kirin wexta bavê me xebat kir
Ez her tim şanî nadim lê ez qadirê te dizanim
Yê tu îro ji min re dikî ez sibê heç ji bîra nakim
Her tiştî ji hevdû re dibêjin tiştekî naveşêrin
Tenê tu min nas dikî bê te naxwazim li vir bimînim
Yadê ji te re çi lazim be ez ê herim ji tere bînim
Lê heyatê de nikarim qenciya te vegerînim
Ev xwîna te ye yê diherike nava laşê min de
Bi dayikek serbilind wekî te yê min jî bilind e
Dixwazim wê bibêjim ez ji te hez dikim ev spasdarî ye
Dilê min de dinivisîne Rukiye

Yadê yadê yadê wek kulîlkê rabe
Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe
Negrî negrî yadê wek kulîlkê rabe
Tu bi qîmet î yadê bê te jiyan nabe

⭐ Rate These Lyrics

Average: 0.0/5 • 0 ratings