Home 🎬 Bollywood 🎵 Pakistani 🎤 English Pop

Newroz

👤 Şehribana Kurdi 🎼 Evîna Stranan ⏱️ 4:44
🎵 633 characters
⏱️ 4:44 duration
🆔 ID: 31133029

📜 Lyrics

Em rojî salî tazeye Newroze hatewe
Cêjnêkî konî Kurde be xuşî be hatewe

Wa roj helat le bendenî berzî welatewe
Xiwênî şehîd rengî şefeq şewiq her edatewe

Çend sal gulî hîway ême pêpest(bê ber) bû taku par
Her xwênî lawekan bû golî alî newbehar

Ta êsta rûy nedawe le tarîxî mîlleta
Qelxanî golle singî kiçan bê le helmeta

Pêy nawê bo, şehîdî weten şîwen û girîn
Namirin ewaney wa le dilî milleta her ejîn

Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe
Lawan be eşiq eçûn be berew pîrî mergewe

Ew renge sore bûke le asoy bilindî Kurd
Mojdey beyanî bû gelî dûr û nêzîk ebird

⭐ Rate These Lyrics

Average: 0.0/5 • 0 ratings